le suleymanî le şwênekey qadir aẍay ’eta...
le suleymanî le şwênekey qadir aẍay ’etar danîştibûyn. ewřeḧman begî baban û pyawêkî xełkî derewe û çend kesêkî tir bûyn, basî «gullebend» ekey kak eḧmed hate pêşewe, ewřeḧman beg witî: canim wa nîye, key gullebend heye, bo ewey biřway pê bikirê hendê şerit û şirûtî: bo danrawe, ke hergîz neyete dî. wekû ewey ełê: ew kesey ke hełî egrê nabê qet diroy kirdibê, małî ḧeram hîç nexwardibê, qet be leşî pîsewe danenîştibê. dey eme çon řê’ekewê!?
pyawekey xełkî derewe lem qisane tûře bû û witî: sa be merqedî kak eḧmed wa nîye, min be çawî xom çawim pêkewt gullebendekeyan kirdibuwe milî gîskêk, zyatir le bîst gulleyan pêwena karî tênekird! minîş witim: ca eme řaste, çunke ew gîske ne diroy kirduwe ne małî ḧeramî xwarduwe, ne qetîş be leşî pîsewe danîştuwe!. kabra waqî wiřma û îtir hîç qisey pê nekira.