kabrayekî dewłemend bû cilî cwan û pak...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  594 views

kabrayekî dewłemend bû cilî cwan û pak û temîzî le berda bû, bełam destêkî goc bû, seruçawî awławî bû, çawêkîşî kwêr bibû. tûşî kirêkarêkî kurd bû ke le quřkarî ehatewe - qaç û qul û dest û meçek û cilekanî hemû quřawîy bûn. kabray goce witî: seyrî em kabra geł wiqing quřawîye biken çend naşîrîne?! kabray kirêkarîş witî: be xwa heqte! biçore małewe seyrêkî ser û řûmete cwanekey xoyşit bike ew wexte řeḧmetêk bo bawkit binêre!