melayek nwêjî şêwan, pêşniwêjî ekird bo...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  780 views

melayek nwêjî şêwan, pêşniwêjî ekird bo xełkeke, zorî dirêje daye, xełkeke hemû weřs bûn, înca bêcge lewe le axrî nwêjekeşa hat secdey sehwîşî bird - ke hîç sehwîşî nekirdibû - paşan pêyan wit: dirêjedaneke bes nebû em secde sehwe çî bû ke sehwîşt nekirdibû? witî: fiłanî le naw nwêjekeda kewte fîkirim ke destinwêjim nîye, em secdeye bo ewe bû!