kabrayekî kurd lew cafetîye temaşay kird...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  599 views

kabrayekî kurd lew cafetîye temaşay kird her car mela eçuwe xêłekeyanewe hemûyan eçûn be pêşwazîyewe û êḧtiramêkî zorî egîra. kuřêkî hebû, witî çak waye minîş kuřekem bikem we mela. le kwêstan bûn û deme demê geřaneweyan bû.

hełsa çuwe dêyek kuřekey bird û çuwe lay melay dêyeke witî: mela em kuřem bo bike we mela. we lêy da řoyşit, zorî pê neçû geřayewe bo lay mela û witî: mela kuřeket bo kirdim we mela? melaş witî: bawkim bem dem û deste çon ebê be mela? witî: min emane nazanim, gam we barewe, meşkem we darewe, doynem le çałewe, yałła kuřim bo bike we mela direnge.