melayekî kem fîkir le dêyek bû hercar ke...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  841 views

melayekî kem fîkir le dêyek bû hercar ke eçuwe ser mînber xutbey cum’e bixiwênê xutbekey ekird be lay mêzerekeya hemû car destî lê eda newek le fîkirî çûbê. řojêk lew wexteda ke çuwe ser mînbereke kwêxayekî qumarbazyan hebû le dwawe xutbekey lê dizî! mela, ke çuwe ser mînber destî bird bo «xutbe» seyrî kird nemawe be carê pekî kewt û zor terîq bwewe!

ew cim’eye hîç, cim’ey dwayîş kwêxa ’eynî ketnî pê dayewe! înca bo cim’eyekî tir hênay dû xutbey nûsîwe, yekêkî kird be lay serya yekêkîşî naye baxełî! ke serkewt bo ser mînber kwêxa dîsan le dwawe xutbekey dizî! mela ke çuwe ser mînber destî bird xutbe nemawe hîç xoy têk neda hînekey bexełî derhêna û destî kird be xwêndinî weku yekê çon destî girtimołe eka û řû ekate yekêkî tir îşarey bo eka, yanî kutame xot, ya kutame daykit! emîş her eyut: alḧimdallih ḧiq ḧimdihArabic.. hitid û be destîş awqey kwêxay ekird yanî kutame daykit! agat lêye çon tiřim biřît!