sałêk -řemezan- bû caf hatbûne...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  797 views

sałêk -řemezan- bû caf hatbûne şarezûr, lale serḧed kwêxay hozî «seg gile» - ke tîreyekin le řuẍzayî - ewanîş le nizîkî «dizekere» we xistibûyan, lale serḧed řojêk xełkî awayî hemû ko’ekatewe û ełê: ’eşret ême ke musłimanîn toy em řemezane ke melayek řagrîn ke pênc ferze nwêjman bo bikat û qur’an û ḧedîsîşman bo bixiwênê, ke nwêjî cejnî bo kirdîn her małe şitêkî edeynê û xway legeł. hemû wityan be xuday fermûdeket becêye.

çûn le dêy mîrdey feqêyekyan hêna ke heta nwêjî cejnyan bo eka le layan bimênêtewe. înca dewarêkî biçkoleyan bo hełda û feqê danîşt. ke nwêjî şêwan dahat destî kird be bang dan witî: alilh akbir, alilh akbirArabic ’eley şwan ehatewe bu awayî ke bangî bîst řaykird witî: kawra deng, kawra deng, dwît bawik hera meke! yekêk le xełkî awayî řaykird witî: ’ele, ’ele, cwên mede ’ele witî: ey em kawraye em gałegałey le çîye?! wityan: mirdigit mirê eme melaye bang yêjê, bangî miḧemede bo çî cimênî edeytê?! witî: nemzanî ke bang yêjê, bo çî emese bang? witî: ha. witî: tu xwa lale gułe înca em bange qeynaka bo pezekan? witî: na, na, na. witî: desa ba bêjêtî!

le paşa şewê hemû xêłeke be jin û pyawewe lêy kobûnewe û wityan: mela boman bixiwêne! heta dû sê se’at boy xwêndin, lewe beyekêkî tiryan le aş hatewe witî: mela çît xwêndige bo minîşî bixiwêne! bo ewîşî dû sê se’at xwênd. berî beyan yekêkî tir - ke şew be dyar řanewe bû - hatewe boyan gêřayewe ke îmşew heta řoj mela boy xwêndigin. kabra le naw dewarekey xuyan da’enîşêt řûy kirde dewarî mela temaşay kird nustuwe. bangî kird û xeberî kirdewe û witî: bira min le mał newgim to bo ’eşretit xwêndige bo minîş bixiwêne! mela witî: bawkim ke êwarê hat bo hemûtan exwênim, îtir eme çîye? witî: nabê ewey xwêndigte twê bo minîşî bixiwênî!

mela le diłî xoya lêkî dayewe witî: dyare emane be hîlakim eden, ba çareserêkî xom bikem, çû kûlekeyekî bird le dewrî xêł şare zerdewałeyek hebû darî kird be şarekeda, demî kûlekekey na be kunekeyewe heta piř bû, dergakey qaym girt û çuwewe bo şwênî xoy.

wextî nîweřo xełkî hemû kobûnewe çûne lay mela, melayş bermałekey leser û çawî xoyewe pêçaw be feqyanekey destîşî şardewe, witî: a’uz balilh min alşîtan alircîm, alḧimd lilh rib al’almînArabic. we serî kûlekey bereła kird, be carê sê sed çwarsed zerdewałe derpeřîn û be naw kuřgela biławbûnewe! yekê be lûtîyewe, yekê be destîyewe, yekê be binagwê we pêweda! kurde heryeke bo şîwê řayankird. melaş gurc buxçekey pêçayewe û hełsa be layekî keda řay kird û boy derçû.

înca kurdekan le deme demî ’esra hatnewe bo naw dewar û wityan: biçîn çînê lem melay kiranbawgawe bideyn! ke hatin mela nemabû. qeytulî kuřî lale serḧed dyar nebû. lale pirsî: erê ’eşret! qeytul dyar nîye. yekêk witî: bexwa lale çawim lê bû çwar pênc şeytan řecîm û elḧemkełła we dewrya gîz û hořyan bû serewjêr kirdyan we çema, îtir nazanim çî weser hat?!