emînî derwêş fetaḧî berdezerî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1050 views

emînî derwêş fetaḧî berdezerî hebû, witî: karwanistanêk řêm kewte mukiryan. şewêkyan le małî biraymî fate bûm, seyrim kird jinêkî cwanî heye. minîş coşî gencêtîme, diłim le jineke çû û destim kird be çaw biřkê legeł kirdinî! biraym hestî pêkird ya nekird, şewê hemû lejêr kursîyekeda nustîn, ke çirayeke kujênrayewe biraym cêgekey legeł cêgey jinekeya gwastewe, minîş pêy nazanim! dû beşî şew řoyşit destim řakêşa bo şwênî jineke, destêkim hat be destewe hênam û kêrî xomim řep kird û xistime mistyewe, hendê destî lê da û paşan ewîş destî minî řakêşa û le xoma eyxate ser quzî, keçî kêrêkî le hînekey xom ziltirî xiste destimewe! ke emem dît heřa bûme tinokî aw û îtir xewm lê nekewt.

beyanî legeł tarîk û lêłeda hestam û wiłaxekanim bar kird û wîstim biřom. dinyaş zor sarde, ewendem zanî biraym hat û serî řêy pêgirtim û witî: bira ewe bem beyanî zuwe bo kwê eçî? danîşe qawełtî bike û dinyaş tozê germ dayê û ew wexte biřo! ewa minîş le şermana natwanim ser berz kemewe! bebê ewe bitwanim qise bikem danîştim û qawełtîm kird.

înca wîstim biřom řûy tê kirdimewe û witî: bira meřo em zistane pêkewe řay’ebwêrîn, her to bî xere mistî min û min eyxeme mistî to ta xwa derwêk ekatewe!