kabrayek le şarezûrewe hat bo şar, ke...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  685 views

kabrayek le şarezûrewe hat bo şar, ke geřayewe hawřêyekî hemû car hatuçoy şarî ekird, çuwe lay û witî: ḧeme ay em care le şar şitêkim le bazař kiřî bo nîweřoje xwardim be xwa xoş bû. ḧeme witî: ezanim çî bû. pirsî de bizanim çî bû? witî: lûle kewaweke bû. witî: nawełła. witî: şerwete aweke bû witî: sa wełła eweş nebû. emcare witî: kewawî kelewpaçeke û witî: erê be xwa xoyetî, ay ḧeme awekey, awekey.