lale serḧedî řoẍzayî tobey kirdibû û wazî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  781 views

lale serḧedî řoẍzayî tobey kirdibû û wazî le dizî û řêgrî hênabû, řojêk le ser girdî bêkese hełyan dabû, kuřekanîşî dewryan lêdabû, řanêkî şarbajêrî bewêda têpeřî, ewîş bermałî řaxsitibû û leser bermał nwêj û tezbîḧatî ekird. seyrî kird kuřekan hîçyan le şwênî xoyan nabzun, bedem tezbîḧatekewe witî: la ale hî leř ne, sipî bênin hî řeş ne, bo bermałî bawkitane! temaşay kird kuřgel her nacûłên, înca çarî nema witî: erê bê feřîney kuřgel gayîne? min destî şêxegelim giław kirdige êwe çî? ew řanî şarbajêřî le keleke çû wew dîwa, xo em dîwexane we tiř řanagîrê!