dewrêşêkî caf řojêkî hawîn le bêkese...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  873 views

dewrêşêkî caf řojêkî hawîn le «bêkese» tûşî pyawêkî moryasî ebê barê tirêy pê bû, derwêş řûy kirde kabra û witî: bira ke dyare bareket tirêye û minîş zor diłim be tirêweye, pareşim pê nîye derwêşim natwanim be zor lêt bisênim, le řêy xwada be gerdin azadî dû hêşûm biderê. kabray xawen tirê witî: be xwa bira be pare nebê naydem. derwêş dîsan witî: pyagî xas be diłim esûtê we gerdin azadî taqeyek hêşûm biderê. kabra witî: bira qise her yeke be xořayî natdemê. emca derwêş witî: bêjim çî? eme kêrî kerîme sûre wa le qingima egîna awa to řizgarit ne’ebû, biço xwat legeł.