řojêk jine dirawsêyek eçête małî melayek...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  909 views

řojêk jine dirawsêyek eçête małî melayek bo pirsyarî şitêk, leser xołeke da’enîşê, mela jin lewê nabê, ke dêtewe seyr dekat dirawsêkeyan leser xołeke danîştuwe, řû ekate mêrdekey û ełê: ewe bo çî wa bê wêłî, nedebû serînêkî bideytê bîxate jêr qingî! melayş piştîyek lejêr şanya ebê derî ehênê û eydate dest jinekey xoy û ełê: ew piştîyey berê ba bîxate jêr quzî! jinekey ełê bexwa mela to yan xełefawî, yan şêt bûy? ełê boçî? ełê: mirdût mirê ewe qiseye to kirdit! melayş ełê: mirdût mirê û çawîşt derê, to witit bîxate jêr qingî, min witim bîderê ba bîxate jêr quzî, xot ezanî çwar pence beynyan nîye, îtir em hera herayet le çîye?