mîne keçeł hebû le çwarta. fate nawîş...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  867 views

mîne keçeł hebû le çwarta. fate nawîş le sîtek bû - ke kone jinî «xiley esmer» bû - goya be qisey fate, mîne daway kirduwe, her dûkîşyan nexwêndewar bûn, her yek be pênc xiştekîyek be ser gwêlakî yeka dên! fate ełê:

mîne keçeł le małya nîye mistê biřwêşê
lêfeyekî nîye pêy têhełkêşê
feqyaney şiřî kerê naykêşê
dênê le kin min xoy heł’ekêşê
ełê ba fate şew lam řabkişê!

mîneş ełê:

pêy biłên: hey tařî lewî mirê
yałî xwatewe wekû yałî kerê
êstir le paşûy le pêşî berê
her deřwa û wirde gû heł’ewerê
min key witim şûm pê bike?
jinî xiley esmerê!