le dewruberî mûsił, dû gund hebûn yekê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1015 views

le dewruberî mûsił, dû gund hebûn yekêkyan kurdî tya da’enîşt yekyan ’ereb, ’erebekan małatekeyan kirdibuwe kiştukałî kurdekanewe, kurdekan çûne lay melakey xoyan kaẍezêkyan bo binûsê bo ’erebekan ke carêkî tir îşî wa nekenewe. ewîş em kaẍezey bo nûsîn: «’erebekan! alî axtyar û mixtar qirîtkim, qid dixil fî zira’tina ga û golkikim, lula pîr û řîş sipîkim liqgi’na û lûtî gawankim!».