pyawêk hebû le şarî sine zor dewłemend...
pyawêk hebû le şarî sine zor dewłemend bû, tenha taqe kuřêkî hebû ewîşî zor xoş ewîst, her şitêkî ekird bê diłî ne’ekird. kuřekeş ewîşî zor xoş ewîst, her şitêkî ekird bê diłî ne’ekird. kuřekeş le pare xerc kirdin û aheng girtin, xwa heqe dirêẍî ne’ekird. her řojê desteyekî ko ekirdewe eybirdin bo seyran û geřan be hemû cor parey bo xerc ekirdin, her şewe komełêkî tirî ko ekirdewe eyhênane małewe, hemû çeşne xwardinêkî bo dirust ekirdin û be çaktirîn xizmet xizmetî ekirdin. her çende bawkekey pêy ewt: řołe em mał û pareye bo çî wa edey be dar û berda. eyut: babe emane hemû hawřê û dost û biraderî minin, pareyek le řêgey dost û biradera nebê bo çî çake? bawkî eyut: řołe dost eweye bo řojî tengane be kełk bê nek le řojî parû dagirtina hawşan bê min eme ḧefta sałim ’umre çwar yekêkî to dost û řefîqim nîye. nazanim to hêşta taze xetî sewz be lêwtewe aławe em hemû dost û biraderet pêkewe nawe?
kuře em qisaney hîç ne’eçû be gwêda. řoj be řoj zyatir texşan û pexşanî ekird û hemû carîş eyut: be bawkekey: to netzanîwe çon dost řa’egrî. emaney ke min hemin hemû dostî řojî lêqewmanin. bawke îtir le wezya nema û diłîşî ne’ehat diłî kuřekey biřencênê. ewa em kuřeş bem core bînî pêwe binê dû sałî tirî pênaçê pûlêkî be destewe nayełê û heç amojgarîyekîşî eka wekû nexşî ser aw waye.
axrî řojêk pêy wit: řołe lem ’umrî ḧefta sałîda ke pêm tênawe tenha dost û nîwêkim heye, toyş wa be bîst sał ’umre zyatir sed dost û biraderit heye, were ba taqîyan bikeynewe bizanîn çonin? kuře witî: başe. kewte paş nwêjî xewtinan bawkeke hênay meřêkî ser biřî herwa be xwênekey xistye tabûtêkewe û mewcêkî da be serya, be kuřekey wit: heste ba biřoyn bo małî biraderekanit. kuře şwênî kewt. geyştine ber qapî yekê le biraderekan teqeyan da le qapî, kabray biraderî hate derga û witî: kêye? kuřeş witî: minim. dergakey lê kirdewe. ay fiłan kes ewe toy? ya xwa be xêrbên de fermû werne jûrewe. bawkeke witî: wextî hatne jûrewe nîye. îşêkî xirap qewmawe. birader witî: xêr bê çîye? witî: wełła fiłanî: ḧeme em êwareye qeza û qeder pyawêkî kuştuwe êsta laşekeman hênawete małî xoman û nemanhêştuwe kes pêy bizanê, be destyewe damawîn. le paşa ḧeme witî: babe emey pênawê fiłan kes řefîqme eçîn pêy ełêyn ewîş bêt legełman pêkewe laşeke ebeyn bo ser qebran, ta nekewtote beyanî eynêjîn. ewe êsta êmeş hatûyn ca legełman were bełkû řizgarman bêt.
kuřey birader her emey bîst nawçawêkî da beyeka û witî: etanewê tûşî gobendêkim biken? ne dêm û ne hîçîş, biřon xwatan legeł! îtir dergay daxist û çuwe jûrewe! bawkeke witî be kuřekey: řołe qeydî nîye ba biçîn bo lay yekêkî tiryan. çûn û legeł eweyşa her wekû xoyan geřanewe. ew şewe ta beyanî be hemû biraderekana geřan, yekyan nebû biłê başe legełtan dêm. hemû qapîyan daxsitewe û çûne jûrewe û wityan tematan nîye tûşî gobendêkman biken!
kewte şewî dwayî, bawkeke witî: řołe kesî tir mawe le dost û biraderekanit? nawełła kes nemawe hemûyan çûyn. înca bawkeke witî: de řołe were min em ’umre pan û dirêje ke kirdûme, tenha birader û nîwêkim heye ba biçîn ewanîş taqî bikeynewe. kuře witî: başe. paş nwêjî xewtinan hełsan çûne małî nîwe biradereke, teqeyan da le dirga, xawen mał hat witî: kêye? kabra witî: minim derga bikerewe. ke dergay kirdewe witî: ha! fiłanî ya xwa be xêrbên ewe çon buwe wa bem nîwe şeweda teşrîftan hênawe? fermûne jûrewe. kabra witî: fiłanî wextî hatne jûrewe nîye, ḧemey xizmetkarit qeza û qeder em êwareye pyawêkî kuştuwe hênawmanete ḧewşekey xoman kes pêy nezanîwe, be destyewe damawîn. êsta ke hîç çarim nedozîyewe ewe nebê ke hatîn be şwên toda bêyt legełman biçîn bîbeyn bo ser qebran û le kołî bikeynewe û lem bełaye řizgarman bibê ta kes neyzanîwe. kabra tozê fikirî kirdewe û le paşa witî: fiłanî êsta taze direnge, etirsim tûşî herayek bibîn, min way be çak ezanim biçîn termeke bênîne êre, lem ḧewşey êmeda çałêkî bo heł’ekenîn eyxeyne çałekewe û day’epoşîn û řizgarman ebê. bawkeke witî: nabê her ebê bîbeyn bo ser qebran lewê bînêjîn. le paş qisekirdinêkî zor pyaweke zanî bawkeke bew core řazî nabê witî: be xwa fiłanî nawêrim legełtan bêm bo ser qebran. eger etewê eyhênîne êre le lay min eyşarînewe, eger naştewê natwanim bêm bo ser qebran ezanim ekewîne gîrî ḧukmet. bawkeke witî: ser qebran nebê minîş natwanim bîhênme êre. hełsan hatne derewe. řûy kirde kuřekey witî: řołe eme nîwe řefîqekem bû. înca ba biçîn bo lay řefîqekem.
şew zor direng bû, berî beyan bû çûne ber małî řefîq û le dergayan da, kabray řefîq legeł mał û mindałya le naw cêgeda nustibûn, gwêy le teqey qapî bû herwa be bê ewe xoy ko katewe hat witî: kêye? bawkeke witî: minim. xêra qapî bo kirdewe û witî: ay fiłanî ewe xêre çî qewmawe wa bem nîwe şewe teşrîftan hênawe? de fermûne jûrewe fermûn. bawke witî: wextî hatne jûrewe nîye şew direnge, îmřo ḧemey xizmetkarit qeza û qeder pyawêkî kuştuwe êsta eweta le ḧewşekey xomana hatûyn be şwên toda legełman bêyt biçîn bîbeyn bo ser qebran bînêjîn ta řoj nebotewe û kes neyzanîwe.
kabra witî: werne jûrewe pêtan ełêm. emanîş çûne jûrewe. înca kabra çû xoy poşte kirdewe bebê ewey eman bizanin, sê kuřî hebû le xew hełî sandin, hemû tifeng û fîşekyan da le xoyan û hatewe lay mîwanekan, pyaweke řûy kirde bawkeke û witî: to pyawêkî xirapî, şitêkî wa ewey ehêna ke to awa boy bikewîte pele û nařeḧetîyewe? ebwaye her le małewe mindałêkit binardaye xeberî pê bidamaye û hîçî tir, êstaş êwe ebê lem şwêne nebzûn, min ewa xom û her sê kuřekem eçîn termekey ebeyn bo ser qebran û eynêjîn, eger asman bête řêman ehênîne xwarewe! ta ême her çwarman nekujrêyn nahêłîn xwên le lûtî berey êwe bête xwarewe lêyan da řoyştin. ke ewan derçûn bawik û kuřekeş hełsan dûr û nizîk çûn be şwênyana, seyryan kird ewa ewan çûne małewe, dû kesyan tabûtekeyan hełgirt yekêkyan be tifengewe kewte pêş û yekêkîşyan kewte paşyan, her bew şewe termyan bird bo serqebran û çałyan bo hełkend. lew wexteda ke wîstyan bîxene çałekewe bawkeke çû nawçewanî řefîqekey xoy maç kird û witî: bese îtir. em termeş hîç nîye meře kuştûmetewe, wîstim derzêk bem kuřey xom biłêm û hemûy bo gêřayewe.
înca řûy kirde kuřekey xoy û witî: řołe! îtir bot derkewt ke dost û birader kameye û kame nîye? kuře witî: babe hemû şitêkim wergirt, eger pyaw bim îtir ezanim kê doste û kê parûxore? witî: řołe dost û hawřê eweye le wextî lêqewmana firyat kewê, egîna le wextî şêneyîda dujminîş her doste. dost eweye gyanî xoy le pênawta bidořênê newek her le řojî xoşîda be dewrta bê. ewe nîw dostekey min bû ke twanî laşeke le małekey xoya bişarêtewe, bełam ke hate ser xeterî gyanî neytiwanî biman peřênêtewe. dostî tewawîş ewe bû ke çawit pêkewt, gyan û małî xoy û kuřî dana le pênaw mina! ca aya dostekanî toş awa bûn ke hemû car hawarim lê ekirdî? we be gwêt ne’ekirdim!