pîrêjnêkî peřpût taqe kuřêkî hebû nawî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  1066 views

pîrêjnêkî peřpût taqe kuřêkî hebû nawî «hebasê» bû. hebasê hemû car, eçuwe dîwexanî aẍa û ehatewe, daykî lêy epirsê: erê řołe hebase, le dîwexan çi base? ewîş eyut: hîç nîye daye. hebasê kuřêkî hawřêy hebû, řojêk pêkewe hatnewe bo małewe, daykî dîsan lêy pirsî: erê řołe hebase, le dîwexan çi base? ewîş witî: hîç nîye daye. ke hatne derewe, hawřêkey lêy pirsî: ewe daykit em qiseye boç eka? witî: nazanim hemû řojê ke eçmewe em pirsyarem lê eka? kuře witî: ewe to nayzanî min tegbîrêkit bo ekem; sibeynê ke çûytewe lêy pirsît, biłê daye aẍa le dîwexan biřyarî dawe jinî bê mêrd nemênêtewe, tenanet pîrêjnêkîş ke hîçî le bara nebêt, her ewende bitwanê dû hoqe xoy bikate hemaneyekewe ebê be mêrd bidrê, biço emey pê biłê û wełamekem bo bênewe.

sibeynê hebasê ke çuwewe dîsan daykî pirsî: erê řołe hebase, le dîwexan çi base? ewîş witî: daye şitêkî wa nîye tenha ewe nebê... we qisekey bo gêřayewe. witî: a tuxwa řołe dû hoqe xwêm bo bikere ew hemaneyewe, bizanim etwanim hełî bigirim?! kuře hesta xwêy bo kirde hemanewe, pîrêjin be niqenq pêwey nîşt û hełî girt! we witî: lam waye řołe kełkim pêwe heye. ewîş witî: daye başe. kewtine sibeynê, hebasê legeł kuřekey hawřêyda hatnewe bo małewe. kuřeke witî: dapîre! le şer’î xwa û pêẍembere mêrkirdin. êstaş wa leser qisey aẍa ebê jinî bê mêrd nemênêtewe, êmeş mêrdêkman bo to dozîwetewe ebê mêrdî pê bikey. pîrêjin witî: başe be qurbanit bim madam řûm lê enêy diłit naşkênim keyfî xote. kuřeş ełê: de başe xwa mubarekî ka. to xot řêk xe, ta ême xeber be małî zawa edeyn. pîrêjne dest eka be xo řêkxistin û tas û lûs danî xoy!

sibeynê kuřeke û hebase dênewe û gwêdrêjêk dênin. kuře dête jûrewe ełê: dapîre heste ba biřoyn. ewîş ełê: axir min mare nekirawim çon biçîn? ełê: mela û şahd û hemû şit le małî zawada danîştûn, çaweřêman eken, lewê maret ebiřn. pîrêjne dête derewe, swarî kerekey eken û kabra be cûzele lêdan pêş ekewê û hebaseş ekewête şwênî! eyben heta egene ber kune wirçêk, lewê eybene jûrewe, pêy ełên to lêre danîşe ta mêrdeket dêt bo lat û ême eçîn hebasê be wekaletî to maret ebřê.

lewê day enên û xoyanî lê da’egirin. zorî pê naçê wirçe be boře û biřo dêtewe û eçête kunekey xoyewe, seyr eka wa nêçîrêkî bo danrawe! eçête serî û be qepał ber ebête ser û gwêrkî pîrêjne! pîrêjnîş lay wa ebê eme mêrdekeyetî, çunke tarîk bû çawî lê nebû, her eyut: çon wa ebê? bawkî hebasê maç maçokî ekird. qet çeqokî ne’ekird...!

wirçe pîrêjin hîlak eka û lewane ebê bîxwa, kuřekan lêy řa’epeřn û wirçe ekujin û pîrêjnî le dest řizgar eken. ke eyhênnewe nîwe gyanêkî têda mawe înca hebasê pêy ełê: ha daye, ew eşkewte çî tyaye? ewîş ełêt: hebase! ne deng heye na base, serim lem kare kase!