jinêkî bêserî hebû pîzey naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1240 views

jinêkî «bêserî» hebû «pîze»y naw bû, çwar kuřî aza û benawbangî hebû, emane berebere le řêgrî û çeteyetîya kujra bûn. pyawêkî gewre lêy epirsê: a emane çîn to xistûtnewe? eyewê bem qiseye tanutî lê da ewîş pêy ełê: le batî ewe, ewe be min ełêy, be bawkit bûtaye ke daykî toy binardayete lay ême, ba le pyawekanî ême bîgirtaye û kuřî wekû kuřekanî minî bihênaye, newek, wekû to ke le ser doşek û tenanet legeł minîş be tirsewe qise ekey!