kamil çadirçî le beẍda boy gêřamewe witî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1045 views

kamil çadirçî le beẍda boy gêřamewe witî: le sałî 1949da bûmelerzeyek le beẍda peyda bû, dinya şew bû, min nûstibûm agam lê nebû, beyanî ke hestam pêyan witim. le her kesim epirsî her yeke qiseyekî ekird, yekê eyut: tenya dû deqîqe bû, yekêk eyut: pênc deqîqe bû, qiseyekî saẍim dest nekewt. witî: pyawêkî kurdiman labû lewm pirsî, ewîş tozê serî daxist û le paşa serî berz kirdewe witî: cigereyek hełgire nefesêkî lêde û nefeseke bidere dwawe her ewende bû! kamil witî: le qisey ew kabraye puxtetir nembîstibû.