3

çonyetî û gewreyî pêẍember
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  923 views
řûn botewe herçî hes dûlaye
yan her heye yan le hatnaye
ewyane ke her heye xudaye
çî dêt û deçê le dest ewaye
kir ger bû dezanî heyşe kirgar
bo her şitê sazkerêke naçar
biřwanî dezanî defir û amraz
westayê nebê çilon debin saz
kir roçneyî řûnî kirdigare
biřwanî le xot xuda dyare
gencîneyî gewherî weşêraw
paş perdeyî kirde dête berçaw
çî cwan û benirxî em cîhanen
le cwanî xuday mezin nîşanen
em çend kirukarî bê bijare
wîstî leserî hebin jimare
pêş her şitê karsazî zana
hênay tetełe û binûsî dana
xoy êkem û ew yekem gyane
zanay yekeme û ne lêk cyane
beřwałe ke sêne her yekêkin
hersê weku sê girêy likêkin
day cwanî nemir birûskeyek lem
pêẍemberî ême hate berhem
ew tîşkî xudaye bo hemîşe
bo her şitê bote pinc û řîşe
gyanan le gyanî ew peya bûn
çend tîre û hoz leyek cya bûn
hî bextewer û berey bext řeş
çî mawin û herçî çûne naw leş
serpakî le tîşkî řûnî ew bûn
giş hatin û bûn le bûnî ew bûn
hêşta ne zewî ne ’asman bû
ew serwerî hozî serweran bû
’asman û zewî leber ewî bûn
bo wî bû firişte sernewî bûn
pêẍemberê bû lelay xuda em
pêxwêyekî quř bû bawe’adem
ew pencereye û xuda dewêřa
tîşkî le diłî řeşî me gêřa
şayê bû le bergî bênewaye
pêẍemberî řojgarî dwaye
dîtî le cîhan ne dîn ne baweř
her xwarîy û çewtîye û hełe û geř
xwanî le řewştî çakî dana
diłpakîy û pakřewştî řana
çî bitperse û çi cû û çi gewre
banghêştnî kirde xwanî gewre
xaqan le penay dehnideyî wî
nawbangî deçû be nan nedîwî
hîrqel negeyî be toz û gerdî
qeyser serî xoy deda le berdî
qibtî û ḧebeş û feřeng û řoman
dayane řiçey qeraç û doman
ałay desî ew şeka le bała
kîsra ser û laşî kewte çała
çî dîn û geln le nawî birdin
yan terit û tuna û biławî kirdin
awirgî mirand û gawrî kuşt
cêgabtî giş be agirî şuşt
tewřat û zebûr, neman le nêwan
încîl peřîye şikewt û kêwan
’îsa gutbûy ke mabû hêngîn:
pêẍemberê dê le êwe mizgîn
diłxiwazî dewîst be dest û be ziman
şîrî le desa bû dem be qur’an
her lew deweşawe kar û akar
tirsêner û mijdeder be yekcar
zorzan bû legeł nexwêndewarîş
zor nanbide bû legeł hejarîş
şwanêkî hejarî bêkes û kar
çend tacî peřand be tîxî mûkar
bê leşkir û çek bû serzewî girt
her xozge bewey desî wewî girt
bo cengê ke leşkirî dekêşa
pêşmerge firişte bûn le pêşa
bê xêwet û baregah û heywan
hewran le serî debûne seywan
deydîn çi heban le paş û pêşê
kes neydî ke lêy binîşê mêşê
çend giftî le yek dema debîstin
cyawazî nebû çi sed çi bîstin
sayey nedekewte ser gił û xoł
wedawî dekewt gij û gya û goł
deydiwand likedar û bê gyanan
deypirsyewe dadî bê zimanan
gyandar û jyawî her şwênê
kê mabû baweřî nehênê?
bêcge le biřê kuřanî adem
ta bibne bizûtî naw ceḧendem
îtir le zewî û le ’asmanan
le firişte û ademî û gyanan
kes nayete řêzî serwerî me
bê ew nîye kes penaderî me
kê peyřewî ew bê serfîřaze
şanazî bexoy deka û benaze
řêwşiwênî ewe ke řasteřêye
bîbeyteserê xuda lewêye
pêẍemberî cûlekan dezanin
zanay me hemûy wekî ewanin
pênsed zile pałewanî gawir
serpakî le ceng û kêşe awir
bo yarêkî ew debûn berengar
mirdin bû debû hełên be naçar
lew barewe herçî bedgûmanin
kêşey çi deken? gelê nezanin
qur’an û witarî ew biřonin
hoşyan hebê têbgen ke çonin
çwar yarî çilonî hełbijardûn
fermayşî çonî řaspardûn
ey şay meznî biłindipaye
’asman û zewît le ber desaye
çon řêm dekewê bidem pesendit
xway gewre deda pesendî řendit
tozê le pesendî toye yasîn
bew bonewe ême to denasîn
xoy swêndê be to bixut çi mawe?
řêga le zimanî min biřawe
ger ême heman bê sed hełe û sûç
sedcar bigeřêyn le dûy piřupûç
hêşta le bezet humêdewarîn
bexşinde etoy û em hejarîn
«xanî» ke gelê gunahkare
napake, nezane, nalebare
hîway heye pêt ke lêy bibûrî
lew řojî jimare negrî dûrî
natwanê leřêwe serbexo bê
ba peyřewî yarekanî to bê