şêx babe ’elîy tekyeyî leber heywanî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  1042 views

şêx babe ’elîy tekyeyî leber heywanî mizgewtekey xoya da’enîşê, feqêyekî xełkî ew kêwe lewê exwênê. feqê eçê bo destinwêj, be berdemî şêxa eřwa ełê: selam ’eleykim. egeřêtewe ełê: selam ’eleykim. xêraxêra bo layek eçê û egeřêtewe be selam ’eleykim babe ’elî weřs eka! îtir egate cergî carêkyan heł’esêtewe ser ejno û lêy zît ebêtewe ełê: erê bira! hîç wekû bizanî min selamliẍî tom lêre danîştûm! bo wazim lê nayenî?