sereta

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 7 minutes  1589 views

gîtîy edeb, gîtîyekî firawane, namewê lemewe bidwêm eger yekêk wîstî be puxtî lêy tê biga, temaşay kitêbî «mêjûy edebî kurdî»y ’ela’edîn secadî bika, bełam ewe ełêm namûsî qewmî kurd tebê’î hezaran sałe hêştûyetewe, hoy em maneweye gelê şit buwe, yekêk lewane terîkî û goşegîrî buwe le ’alemî bêganeda, em sûçey zimanekey bo hêştotewe. natwanî qewmêk naw binêy be qewm ta zimanî nebê, boye be îngilîz weya cermen weya ’ereb ewtirê îngilîz, cermen, ’ereb, çunke zimanyan heye, ke ziman nebû qewmîyet nîye, kurdîş boye ta êsta mawetewe, çunke zimanî hebuwe, eger zimanekey nebê, mefhûmî kurd le ferhenga namênê.

le seretay em sedey bîstemewe, wirde wirde xwêndewarî le naw řemekî kurdida perey senduwe û estênê. înkar nakirê xwêndewarî çiray jyane, bełam le layekî tirewe, min hest be zyanêkî gewre ekem lem řuwewe; hest bewe ekem çunke xwêndewarîyeke be zimanî kurd nîye, heta sedey bîstem beser eçê û qewmî kurdîş nemênê. boye ełêm nemênê, çunke mindałeke le qutabxaney ẍeyrî kurdî lebatî wişeyekî kurdî fêr bê, wişeyekî ẍeyrî kurdî fêr ebê. ew wişeye dênêtewe małewe û qisey pê eka, bira biçkoleke û xuşke neşmîlekey lêwe fêr ebin, bawkî mindałeş ełê: korpelem fêrî zimanî nan peydakirdin buwe, ewîş werî egrê, daykîşî ełê: le dewrit geřêm çend qisekanit cwane?! ewîş fêrî ebê! bere bere zimanî qutabxaney ẍeyrî kurdî mindałeke, şwên hewarêkî xoş bo xoy le małî bawkî mindałeda dirust eka û zimanî maderzadî kurdîyekey le jêrya dest eka be niqenq! ke piştêk bem core řoyşit, piştî duwem û sêhem ełên: bab û bapîrî ême be řeḧmet bin - be zimanêk qiseyan ekird ke pêyan ewt zimanî kurdî!

ewaney hest be qewmîyetî kurdî eken û hest bewe eken ke «bive»yekî gewre abłoqey zimanekeyanî dawe, eger tenha em qiseye bixiwênnewe ekewne ser ew baweřey ke zîndûkirdinewe û bûjandinewey zimanî kurdî leser qaqez, çi karêkî gewre ekate ser manewey qewmîyetî netewey kurd.

hîç amancêkim nîye tenya parastinî zimanî kurdî nebê. ewîş bo parastinî qewmîyetî kurd lew tenguçełemaney gemaroy dawin dinyay îmřo wekû dwênê nîye, gořanî îmřo wekû gořanî pêrê nîye. qewmî kurd ebê koşiş bika - bebê cyawazî - bo parastinî qewmîyetî xoy. em koşşe be xizmetkirdinî zimanekey ebê, zimanî xot biparêze û be zimanî xot bixiwênerewe, îtir xemî hîçit nebê.

hîtler ke yadaştekey «kifaḧîNamed-Entity» dana, witî: «em nûsînem be zimanêke gewretir. ’almêkî řayex çonî lê tê ega, şwanêkî ser kêwîş her bew core lêy tê ega: be zimanêke ke zimanî ełmanîye. minîş her ewende ełêm.» înca ba biçîne ser barêkî tir bo min û em kitêbe:

be bîrewerî xom ḧezim be qisey xoş kiruwe û le bîstinî qiseyekî xoş wekû hestim be dengêkî nihênî xoş kirdibê wabûm, leber ewe xom le xomewe her egeřam be şwên ew qise û serguzeşte kurdîyaneda ke le naw kurda baw bûn. bê’ewey be şitêkî bizanim, gelêkyan le singima manewe, dîsan her têrîşim ne’exward, emwîst zyatir bêt, le paşa embînî gelêkî tir wekû min her ḧez be qise û serguzeştey xoş eken û şwênî ekewn, be lamewe seyr bû ke eme boç waye? le paş wirdkirdnewe, temaşam kird emane ew me’anîye řoḧîyanen ke be wişe te’bîryan pê lê edrênewe; emane ew edeben ke legeł siruştî ademîzad têkeław kirawin.

ew wexte bom saẍ buwe ke řaste ademîzad be bineçe pabendî edebe, çunke edeb xurakî řoḧekeyetî. bom saẍ buwewe ke gewreyî edeb binaẍey hemû gewreyîyeke, ba hest be gewreyîyekanî tirîş nekirêt.

ke çûme binc û binawanî karewe, destim kird be xwêndinewey şitî tir, temaşam kird; tenha qewmî kurd nebê, qewmekanî tir be her dû destewe çûnete jêr edebyat, her core şitêkyan bo bêt xêra lapeřey kitêbekanyanî pê piř kirdotewe û neyanhêştuwe win bibêt, ke embînî, witim aya boçî şitî waman nebuwe? legeł ew hemû qise xoşaneda ke hemane! lewe zyatir hîçim bo nedozrayewe ke řengibê le naw êmeda witey şureyîye (’eybe) neyhêştibê hîç şitêk pêkewe binêyn. dyare herwaş buwe, çunke zortir ew qise û serguzeşte xoşane ta êsta her wa be řîşxenêkewe gêřawnetewe û lewane bûn her legeł yekêk yekêkyanî lê gêřabêtewe xêra lêy hatbête serpê û ’eyb nîye to em qise naşîrîne egêřîtewe?!

legeł eweşda ew qiseye ke be naşîrîn ya be pêçewaney edeb û şerim da’enrê, ewe cewherî edeb û eqłe û edeb lewe dirust ebê.

edeb perdey jyanî komełe, ke şan be şanî hatote xwarewe, jîrî û zeynî pîşan eda, řabwardin û hełsûkewtyan exate řû. ew parçe qisane wekû le řwałeta sawîlken, le me’nada zor şit egeyenin, asmanî me’nayan gelê beriztire lew asmane ke tyayana der ekewn. qewmekanî tir hemû şitêkyan wituwe û nûsîwyanetewe - îtir çak bûbêtin ya xirap - neyanhêştuwe seryan tya biçê.

minîş leber emane, hatim lem serguzeşte û pendane be endazey desełat û bigre zyad desełatîşim lê ko kirdinewe û ḧezim kird lem řewşewe kitêbêkman bibêt.

ezanim sereta lewaneye zor kesim lê bikewête teqewe û biłê: qisekan bê şermî û pêçewaney edebî dîwexanane ne’ebwaye şitî wa binûsraye. minîş heqyan edemê; çunke hemû şitêk le seretawe leber ewey taze kureye berhełistî bo peyda ebê, bełam le paş maweyek îman bewe dênin ke sûçêk le edebî winbûy kurdî, zîndû botewe û dar mêxekî sîsî awlêbřaw geşênrawetewe, eme û dîsan ełê;

kabrayek nwêjî nîweřoy ekird witî: nyetme heşt řikat nwêjî em nîweřoye ekem. ke lê buwewe mela pêy wit: bawkim nwêjî nîweřo çwar řikate, key heşt řikate? nwêjeket bikerewe. ewîş pêy wit: mamosta! min heşt řikatim kirduwe, xwa, tê kewê çwarî çakî bo xoy hełbijêrê û çwarekey tirî bidatewe be ser xoma! êstaş em kitêbe her kes eyxiwênêtewe ewî çake bo xoy hełbijêrê û ewî xirape bîdatewe be ser xoma. dîsan eyłêmewe: kakî kurdî xoşewîst! tûře mebe bo nûsînewey em kitêbe, mîllet wekû baxî padşahane, gułî çakîşî têdaye û hî xirapîş, leme gewretir kitêbî edebyatî ’alemî ’erebî «alaẍanîNamed-Entity»y «abwalfirc asfihanîPerson» û «ali’qid alfirîdNamed-Entity»y «abin ’ibid ribihPerson» ye, em kitêbane ’alemî îslamî û ẍeyrî îslamî danyan pya enên ke şaktêbî edebin, eme bêcge le «alimistitrif fî kil fin mistizrifNamed-Entity»y - şihab aldînî aḧmidî abşihîPerson - eger be puxtî çawêk be waneda bixşênî bot der’ekewê ewaney min lem kitêbeda nûsîwmin şûreyîyekeyan negeyştote şûreyî hendê lewaney ke lewana nûsrawin, em qisaney êre wekû şwênanî tir her yeke dewrêk egêřnewe; hem edebe, ke edeb perdey jîrîy tak û komeł egêřêtewe, hem bonêke bo demax ke bonî demax lezetî řoḧîye.