dił’arama! hîlalî new bedîdarit mubarek bê

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  692 views
dił’arama! hîlalî new bedîdarit mubarek bê
bedîdarit mehî wek me, giriftarit mubarek bê
şu’a’î lêwî gułnarit; şerabî erxewanîy kird
le camî badeda ’eksî dû gułnarit mubarek bê
lebî şehdî gułî ême, çi şîrîn gewher efşane
guher barî lebî le’lî şekerbarit mubarek bê
befermanî xemî ebrot, mijołit sef besef kewtin
sefarayî sipahî taze serdarit mubarek bê
qetarey dugmekey sîney tiraza, bo temaşay min
dû narî newresî seḧnî semen zarit mubarek bê
çi řengîne le destitda; birîqey saẍerî sehba
bedest ew saẍerî řengîn û serşarit mubarek bê
çi xoş dêne nezer: sîḧrî serî zułf û firûẍî řû
yedî beyza, bedestî zułfî seḧḧarit mubarek bê
řuxt: ger ke’beyî îslame, zułifit: ayey kufirin
le małî ke’beda; îḧdasî zunnarit mubarek bê
be’uşşaqî dił efgarit, musellem xasseye ewřo
ḧuzurî ’amî muştaqan; bederbarit mubarek bê
’ecayb saye řewşen bû, xetî zułf û řuxî řengîn
behem amêzşî şenge řifuze nîgarit mubarek bê
heta lutifit nefermûbû, ḧeqîqet řûy neda bome
zihurî mu’cîzey ’îsa; le řuxsarit mubarek bê
beřesmî tehnyet ewřo, eger canim fîday to kird
edebPen name ’erizit deka qurban, dû sed carit mubarek bê