wedernên zahîd û sofî, newek ew bezme sawa bê

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  804 views
wedernên zahîd û sofî, newek ew bezme sawa bê
biłên mutrîb degeł saqî; beçeng û tarewe babê
nekîsaPerson û barbedPerson herdû, be’ûd û řûdewe bênin
le bezmî xusrewîşda bê, biłên şekker ewêsta bê
le kîşwer, sade řû çî hen, le hînd û bełx û keşmîr
le bezmî ’eyşî min ewşo, debê pakî muheyya bê
le her cêyek dezanin beççe tersayek heye; bênin
nîye ’uzrî pezîra; ger xudî papay kilîsa bê
leher cê: çengîyek, řamişgerêk, awaze xwênêk bê
betar û berbet û sentuwere bênin; legeł şa bê
le her cê: diłberêk, şoxêk, bitê sîmîn berêku dî
beḧukmen bo minî bênin, nesara bê, çi tersa bê
le her cê: muẍbeçêku dî, degwêy nûsên û bîhênin
betew’ û kurh û zorîy bê, debê her bê, neyê nabê
le her cêyek: firîşte peykerê, ẍîlman leqayê bê
bebaweş bo minî bênin, le fîrdewsî mu’ella bê
le cennet: herçî ẍîlman beççe hen, pêyan biłên pakî
bexuld û tûr û tûbawe, be’înwanî temaşa bê
biłên bew zuhreyî zehra, debê bo řeqsî ew bezme
dû çingî mah û řoj, destyan lemil ’eqdî sûreyya bê
xeber ken çerxî mînayî, beşîşe û camî mînawe
deqîqêk bête em seyre; biła çerxêk nesûřa bê
biłên encum, heta řoj deydeban bin, çaw le dergada
neyêne meclîsî ’eyşim; çi eskender çi dara bê
ḧerîfan bên û mutrîb lê biden, lem saz û çeng û ney
beşertê yarî xom saqî bê, cam û tungî sehbabê
le layê şahîd û sade, le layê saqî û bade
le layê mey, le layê ney, weku meḧşer ke berpa bê
ke yar hat; bû besaqî, badexorîy ca bese, takey!
le emşew, ta dełên weqte, ke řojî ḧeşir berpa bê
edebPen name lew beyneda destewmilanî serûy zîbake
heta dewrî mesîḧ û axrî dewranî dinya bê