56

çiqłî mem û zînan
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  523 views
zor seyre ewane çon jyabûn
dway kewtine jêr giłîş weha bûn
kê fêrî çi bû le katî jîna
pîşey eme bû le jêr zemîna
lew goře ke zîn û mem tya bûn
tomez be ewînê aw dirabûn
řiska bû dû newnemamî serkeş
řast û şil û şîn û nask û geş
turit û şeq û piřgeła û besêber
yek şengebîy û yekîş sinober
ałan beyeka emane çîn çîn
wek destemlan debûn mem û zîn
giłkoy bekirî çinokî bedkar
darêkî řwand diřû û çiqił dar
têkułgir û pelpel û řeş û xwar
wek kûtî binî le behre bêpar
hawîştî pelî berew nemaman
pêçay serubin le řeg le daman
her tenyewe pêçî da heta ser
nêwanî tenîn û bû be lemper
hêdî nebû ta le yekdî kirdin
çiqłî mem û zîn be jîn be mirdin
her xûyeke deygirî be şîrî
naçête derê dełên be pîrî
wa dyare le mirdinîş demênê
bed, xoy çuwe, xûy denk deçênê
pêwazeseganeyek bikey şîn
sed awî bidey be şîr û hengiwîn
perwerde bibê lenaw guławê
řaygiwêze le sêber û le tawê
her řoje lelayekî letî ke
qełşawî piřî gezoy sipî ke
şekirî le pelanî da binêje
doşawî leser geła biřêje
pêt wa nebê bot bibête şûtî
behret ewe bo genîw le lûtî