ger ẍuřeyî şewwale, we ger mahî syame

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  781 views
ger ẍuřeyî şewwale, we ger mahî syame
hengamî nîşat û terebî ’arf û ’ame
ew zuhdî be’îcbarî; ke ’adet bû lemewpêş
mensûxe ewêstake, hemû gerdişî came
wa’îz; ke dwênê beřya munkîrî mey bû
ewřoke beserxoşîy dełê: tobe ḧerame
xerqêkî ke dwênêke, bezahîd bû le mîḧrab
ewřoke le meyxane, le řehnî meyî, wame
ew yarî diłazare, bedił lême biřa bû
em sate, weku tal’î se’dim bemerame
saqî! were dey têke, suraḧî bide saẍer
kem hełdekewê ’îşretî wa, fursete, name
derbeste le eẍyar û meyî û cam û lebî yar
bê mûy demaẍê, lesefî ehlî ’emame
saẍer bekef û bext qerîn, yar beraber
çeşmî bedî lê dûr bê, çe ’eyşêkî temame
elḧeq edebPen name ewřoke, be’îqbał û se’adet
yekbare hemû gerdişî çerxim bemerame