diłberî ẍaretgerî dînim legeł îmanme

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  823 views
diłberî ẍaretgerî dînim legeł îmanme
bawcûdî ẍaretî dînim degeł îmanme
řazme, hemřazme, hemřazekey demsazme
dînme, ayînme, canî mine, cananme
’eyşime, azarme, hem xemme, hem xemxiwarme
yarme, diłdarme, hem derd û hem dermanme
diłberî, sîmînberî, canperwerî, cadûgere
lu’betî, piř ḧîletî, bê ’ehd û bê peymanme
tal’î şêwawmî xistote jêr ’areqçinî
pêm deselmênê û dełê: gêsûy ’etir efşanme
dû kemanî abnûsî dawete dû turkî mest
swênd dexwa: dûyan biro û dû nergisî fettanme
nêzeyî serbazî kêşawe, dełê ẍemzey minin
tîrî tîrendazî hênawe, dełê mujganme
baxekey şeddadî zahîr kird, dełê sîney mine
dozex û nîranî ronawe, dełê hîcranme
mu’cîzey mûsay le naw dû ejdehada cîlweda
pêm dełê:yek mîhrî řû û yek zułfî wek su’banme
ḧezretî xidre, leser çeşmey ḧeyatî da û dełê
xałî zumirdînme zîbî; xunçeyî xendanme
nafeyî ahûy xetayî nawete jêr pîrehen
ew ’eceb swêndîş dexwa: boy nafî nafesanme
min dełêm: guftareket bo hênde şîrîne, dełê:
şekkerî nutqim, netîcey dû lebî qendanme
her şewe ta subḧidem şem’î şebustanî edebPen name
subḧidem taku şewê, serûy sehî bustanme