xałî ḧebeşî famte, wa neqşe leser řû

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  736 views
xałî ḧebeşî famte, wa neqşe leser řû
ya zengîy hîndû nesebe, sakînî mînû?
bo dînî xelayq, ke le řût perdeyî lada
yekdef’e le dîn, perdeyî te’zîmî welaçû
murẍî diłî min: řûte penahî; le cefay mût
şahênî le ew awre, pê çatre: teyhû
çendit le mûyek taqete, cana diłî ’uşşaq
sed namî xuda, bo diłî me, taqetî yek mû
bew xałî dû ebrot, dese egrîceyî dawit
dił şeşdere, derçûnî nîye, çake wederçû
ger laleyî bêdaxî řuxîm dî; weku lale:
cergî minî diłsûte; le daxî xemî řeş bû
ew ẍemzeyî ahût, ke şêrî deşkandin
ya lîl’eceb! ewřo çîye, wa meylî be’ahû
ta tuřeyî min kem bû, yekêk meylî serî bû
nalengê ewêsta, ke hemû lenge: terazû
wek le’lî leb û qametî to, turfeyî mewzûn
bîllahî eger dîwye kesê: xunçe û najû
řencûrîy hîcranî edebPen name, bê lebî şehdit
baweř meke, ger bêt û şîfay bê be’erestû