ey xunçeyî nezaketî seḧnî ḧesarî min

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  772 views
ey xunçeyî nezaketî seḧnî ḧesarî min
ey gułşenî seyaḧetî ḧałî nizarî min
ey lalezarî saḧetî gułzarî ’eyşekem
ey mahî çarde şewî deycûrî tarî min
ey şem’î tabnakî şebistanî tîrekem
ey mahî çarde şewî deycûrî tarî min
ey badeyî sebuḧîy û camî nîşatekem
ey neş’eyî medameyî ḧałetî xumarî min
serûy qedit, ke zîbî gułistanî ême bû
bo bû be terzî xak; le bextî hejarî min?!
şerit û qerarî me, le cudayî be to, çi bû?
şertit nebirde axir û birdit qerarî min
dwênê; ke newbeharî emin bû cemalî to
emřoke; xakî turbetî toye, beharî min
xozge wekû guzarî mine, ser mezarî to
emřoke řehguzarî to buwaye mezarî min
to bûy senem, be řoj û be şew, xemřewênî min
wêstake kê bê le cêy to, xemgusarî min!
bê qametî sehîyt, kewa ferşî elḧede
ser hełbiře û bizane çîye řojgarî min!
bê řûyî to, meḧałe «edebPen name» zîndegî bika
řeḧmê bika be ḧałî; meger kirdigarî min