ey zułfî keçit, mayeyî aşûbî dû ’alem

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  861 views
ey zułfî keçit, mayeyî aşûbî dû ’alem
wey xałî lebit, daneyî pabendîy adem
mîhrî qedit, asayşî ’uşşaqî cefakêş
yadî řuxt; aramî diłî piř xemî derhem
zexmê le diłim karîye, ger tîrî nîgahit
sed şukir ke ew dîdeyî badamte merhem
meftûnî dû xałî lebî le’ilim, ke beteşbîh
cûtê ḧebeşin, saknî ser çeşmeyî zemzem
nutqî şekerit; şahîdî şehdî demî toye
î’cazî mesîḧaye, geway ’îsmetî «meryem»
sed xozge bewey carê; weku desteyî gêsû
destê le qed hałênim û destê le milit xem
hîcirit; ke mematî meye her satê le terzê
wesiłit; bexuda taze ḧeyate beme, herdem
zîbendeye emřo ke biłên şahî bitan toy
çunke hemû dem ḧîşmetî şahîte ferahem
mujgan: sipeh û ẍemze: kemandar û biro: tîẍ
gêsû: zirê û qed: ’elem û tuřete: perçem
patextî şehî ḧusinit û textîşe ẍirûrit
ew naz û kirêşmey ke hete; efser û xatem
kê bêt û bida: qehqeheyî camî demî to
yekdem; behemû mułkî «key» û memleketî «cem»
menzur le ’emrî edebPen name, ew sate; nîgara
sêwî zeqenit bigirim û maçêkî demit kem