mestî qedeḧî badeyî zîba senemêkim

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  838 views
mestî qedeḧî badeyî zîba senemêkim
her leḧze le neş’ey lebî, wek camî cemêkim
satê ke firuẍî mehî dîdarî nebînim
ewsate mepirse; ke qerînî çi xemêkim
ta danenrê, ẍeyrî leser me, kefî «pa» key
her tawe, weku saye, le bin her qedemêkim
qet nebuwe şewêkî bexemî konewe binûm
her subḧidem azurdeyî taze sitemêkim
hêndey xem û çîn xiste serî yek, xemî gêsû
nazanim ewêstake le bendî çi xemêkim
gencêke xudadawe, bewî ḧusnî cîhangîr
bew gence, emin çawenwařî keremêkim
ger ḧałî edebPen name bêt û bipirsin le fîraqit
mawim; kem û bêşêkî, beła: ke al’edemArabicêkim