ebroyî keşîdet, bekefî xencerî ełmas

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  794 views
ebroyî keşîdet, bekefî xencerî ełmas
cûtê şehênî mest û deken gułşenî řû: pas
ummêd nîye meḧsûlî emel fa’îde nada
ta bo direwî kîştî ḧeyate; dû biro: das
fîrozeyî xałit, leser ew dû leb û lêwet
ḧaşa becîhanêkî bida, ’aşiqî duřnas
boçîme: mey û şîşe, le her cêge ke to bî
’îşqit mey û gerdin: bet û dû çawte: gêlas
ew qetłî diłî zarî; beteḧrîkî biro kird
şeytane; denê wesweseyî şeř, le diłî nas
şertî edebPen namee; mektebî ’îşq û neheway nefis
tuxuda bere der lêre; feqê: defter û qertas