kê bû şewekî, bew guzereyda guzerî kird?

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  1043 views
kê bû şewekî, bew guzereyda guzerî kird?
tîrî nîgehî, wa le diłî me, eserî kird?
bêdar nebû fîtneyî ew nêrgisî cadût
ahî seḧerî ême, debê baxeberî kird?
baweř meke cana bekesî dîke nezerka
her dîde ke carê becemalit nezerî kird
qesdî hedefî sîne bû, peykanî mijołit
nemzanî leber çî bû; ke ’emden xeterî kird
yařeb çîye şîrînîy ew dû lebî gułnar
pistêke, xudawend ’ecînî şekerî kird
î’cazî heçî bûbê, mesîḧa le kem û zor
emřo le lebî to: beçe tersawe; serî kird
gêsuyî diłaramim hemû weqit diłaran
xasse begehî cîlwe; ke zîbî kemerî kird
her kes ke tewanay nezzareyî mehî řûy bê
ḧeqqa benezer mu’cîzî «şeqqulqemerî» kird
ta bełke wek ebro û řuxî toy binwênê
gerdûn mehî wek qews û demê wek siperî kird
her subḧidemim wek şewî deycûre le weqtê
mahî ḧezerî ême, le lay me, seferî kird
tûlanîye şerḧî sitemî; wek serî zułfî
ta řence nebê lême edebPen name, muxteserî kird