saqya canim fîday cîlwey qed û endameket

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  973 views
saqya canim fîday cîlwey qed û endameket
ta seḧergahan peyapey bêw lebaleb cameket
çaweket camî şerab û maçî leb: badam û qend
cameket da; yek mezeş lew gułşeker badameket
camî mey lebřêzke, ba têy kewê ’eksî hîlal
ta bibînî çon le henyet; cem’e: subiḧ û şameket
xałeket meḧwe le tîşkî tel’etî meh, el’eceb
îxtîraqî zuhre waqî’ bû, le mahî tameket
key debê şew ta seḧer, hembesterî min bî û emin
bîkeme bałîn: şedey zułfî ḧerîrî xameket?
mudetêke meylî caranit nîye cana beme
gerne, carêkim dedî; ya name, ya peyẍameket
xałî to, daney ferîb û zułfeket: damî beła
murẍî dił, çû dane biçnê; kewte ḧelqey dameket
gerçî bê şîrînîy namit, mezzeyî nabê kelam
her leber te’ney řeqîbane, ke nabem nameket
pêş ewey bimirim, were dîdarî axir lêt bikem
meyxe dîdar axîret, ew bendeyî nakameket
bo betîrî ẍemzekanit, zexmî dîkem lêdedey?
xesteye wêsta edebPen name sertojî nebuwe zameket