bew neqşî beşîşey diłekem, ’eksî mehî řût

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  899 views
bew neqşî beşîşey diłekem, ’eksî mehî řût
latdawe leser qursî qemer, me’cerî gêsût
ałoze cîhanê le xemî sunbulî xawit
aşûbe dû dinya, le şeřî nêrgisî cadût
qîbley emelî ehlî wefa; taqî birote
herçende le xwênřêzîy ’aşiq, nîyetî cût
çînî serî zułifit, ke gutim: nafe; xeta bû
sed (çîn) û (xeta); bê befîday yek řemî ahût
wek cîlweyî qedit, nîye serwê le çemenda
wek xendeyî zarit, bexuda xunçe nepşikût
şam û seḧer û nîweşewm; karî diłî zar
nałîne leber nêşî syeh marî xemî mût
bew ḧusin û le tafet; ke hete, ey şehî xuban
bo hênde leser qetłî gedaye; řewş û xût
ew řoje, ke tîrit le diłî me guzerî kird
’alem meteḧeyîr bû le ew quwet û bazût
seydî nîgehî toye edebPen name, qedrî bizane
’enqaye giriftare beser penceyî teyhût