ey şekkerîn dehanî şeker nutfî, lêw nebat

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  1135 views
ey şekkerîn dehanî şeker nutfî, lêw nebat
şîrîn hemû şemayl û şîrîn hemû edat
carê le ḧałî xeste diłanit belutif û naz
boçî debî nepirsî; ke çonin le xakî pat!
can û serim bebadî fenada bexakî řêt
nemzanî ta serit nîye; ey bê beqa: wefat
’umrêkî bê lebit guzera; bo me mirdine
wek mirdinî beraberî to, bo meye ḧeyat
yařeb! debê her emin û eto bîn, bebê řeqîb
bigirim; le gerdinî bixem, ew zułfî ta betat
we’det bewesił bênîye cê; hat û dewłete
çi bikem eger nehatî! çi dekirê degeł nehat!
bo îmtyazî beynî min û ’aşiqanî to
yek bose kafîye, ke kerem key be’îltîfat
xwênî minit ḧełałe, beşertêkî xot biłêy:
maçê lekuncî dû lebî xwênîme; xwên behat
şam û seḧer du’ate edebPen name bo wîsałî yar
carêkî wa nebû, be’îcabet biga: du’at