şoxî me, herdem beterzê qesdî nexçîrim deka

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  1010 views
şoxî me, herdem beterzê qesdî nexçîrim deka
ga le nêw damim dexa, ga xesteyî tîrim deka
swênd dexom çîdî firîbî ẍemzeyî cadûy nexom
emkeřet zûtir be’efsûnêkî tesxîrim deka
serdemê řûy pê nîşandam; serdemêkî zułfî xam
ewwełî şêtim deka, paşan le zincîrim deka
we’deyî wesiłim dedatê; deçme lay, nayêyete lam
ger deçim zwîrim deka, naçim eger: bîrim deka
car becar tata deka bom zułfî şêwawî û dełê
kwa diłî têda? qisey nadane diłgîrim deka
min dełêm: çon bû qeza, emnî beto diłbeste kird!
ew beçawanî ḧewałey ḧukmî teqdîrim deka
ew demey tiflî diłim bigrî û giřû bigrê le řûy
ew bemaçî her weku qendî lebî; jîrim deka
ger dełêm: cana, beçî de’way cîhandarîy dekey!
ew îşarey piřtewî ḧusnî cîhangîrim deka
besteyî zunnarî mûy kirdûm û deşłê: kafrî!
xoy le řêgem derdeka, bo xoşî tekfîrim deka
meygusarî badeyî mîna qedêkim min edebPen name
dembedem mestî meyî ḧusnî cîhangîrim deka