qet buwe diłberî me, carê leme yad neka

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  990 views
qet buwe diłberî me, carê leme yad neka
beselamê, bepeyamê, diłî me şad neka
ey xuda ’aşiqî sexabeççe, diłî xoy ke bwê
kes xerabey diłî xoy qet buwe abad neka
rehřewî badyeyî ’îşq, bepêy şewq eweye
fîkiretî raḧîle řê û raḧîle û zad neka
’aşiq û menzil û me’wa! eme lafêke diro
’aşiqî sadîq eweye: xane le bunyad neka
wek dełên meylî be’azadîy bendane, gułim
ger minim bende, xudaye qetim azad neka
çî debê carê eger řê bixeye xeste diłan
ba le dûrî, dił hênd nałe û firyad neka
sayeyêk lew qed û bałaye bixe seḧnî çemen
ta çi kes seyrî qed û cîlweyî şimşad neka
cewreket xarîcî qanûne û defermûy: meke dad
çî bika cewrekeşt carê eger dad neka
ta nesîmê leserî zułfewe dê, çatre suz
boye sûtaw debê; řû qet beteref bad neka
her kesê dîdeyî wek şettî minî dîbê edebPen name
řenge qet seyrî «koř» û «dîcleyî beẍdad» neka