ḧel nebû bom muşkîley

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  979 views
dersî dîdarî cemalit ḧel nebû bom muşkîley
baẍî gułzarî řuxt bêdeng û mate bulbulî
sed hezaran feylesûf, damawî bîrî cazîbet
lew şu’a’ey xorî řût hoşî ḧekîman xulxulî
em diłî piř xwêne wek botey le kûre piř giře
em fwarey germî çawane le cergem kulkulî
em hemû derd û perêşanî elem řoje řeşe
gişt le dewrî nîgarit ser şêwane û wawelî
taku key em sebre, ta key daẍî dił, ta key ewat
taku key girpey derûn û sîne, ta key ẍulẍulî
dîdekem ho gyanekem swênit bedîdarit dedem
besye cewrî bê řewa, bes řencî bê cê û bê diłî
purtewî ḧusinit le endaze nîye teşbîh kirê
řastî kufre eger carê biłêm to wek gułî
kes ke bêhoşin leber cîlwet esîrîPen name çon nełê
dersî dîdarî cemalit ḧel nebû bom muşkiley