çît keme ey lawî kurdî
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
1 minutes
706 views
nexşecêyêkî zewî bêne de binwaře lewî
tê bige gel gel çilon girdin le çen bistî zewî
danîmarqe û eswec û hołande wu iswîçre
xakî belçîkiş legełda bê dû çendaney ewî
kêłgey hołand û marq û belçîka wek to nîye
merdimî zorin le tenganen le cêyêkî newî
eswec û norwec weku to bizin û meř, cûtî nîye
xakî daristane wek to, karî pêkdênê bewî
şax û daxî řût û serde cêgeyî iswîçre
karî sa’et kirdine çêştiçî geřokanî zewî
çît keme ey lawî kurdî, bo çî damawî biłê
herçî merdim heybê, sed hêndet heye çatir lewî
ger necûłêy řołe, řûzerdî le dîwanî xwa
boye lêy şêwa esîrîPen name kirdewey řoj û şewî