bedxiwa xoş nebê pêt
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
1 minutes
726 views
çibû řoyît elem çaxî cwanî
ke bote daẍî dił bo pîrî fanî
betenha her nesûtawe diłî pîr
ciger xwêne hezaranî ’eyanî
le dinyayî denî zor tengedił bûy
le boye bo beheştit koç řanî
umêdim waye bedxiwa xoş nebê pêt
emeyş řojêke ya dû lêre manî
nîzamî qudretî îcab û selbe
hemû çiştê peyabûn û nemanî
hemû meḧkumî î’damî îlahîn
bełayêke kewa bû zindeganî
ke ’ebdulqadrî seyd jinewtî
le hatif nawî dê tekbîrî hanî
esîrîPen name boy biłê ẍeferehułła
le te’rîxî emende naw nîşanî