nerîman

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  707 views
new nemamî nîştimanim řołeyî kurdî luřî
em zwanî guftugoyem nawî caranî derî
min (nerîman)m kuřî kurdî dyar û nasraw
ser biłindî û serwerî hîwame, nakem nokerî
xakî pakim gułşene bote nimûney řûy zewî
bo nîşandanî hemû goy asmanan xo ferî
jîr û çalak û bizêw û çuste pyawanî gelim
têgeyştû û şox û men, piř mêşke kelley serî
awî řûnî zîndeganî û, bayî jînî nîştiman
wek beheşte mêrẍuzar û best û baẍat û berî
sawebûm bawem le çapî mêşkim sê çiştî da
xoşewîstîy nîştiman û, xizmî kurd û baweřî
dengî ew guftey esîrîPen name pêy witim, çespî le dił
ger serit danêy le řêy gel řołe ewca serwerî