gel û nîştiman

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 3 minutes  1136 views
dewr û piştî xanû û, cêgey hewarim gułşene
awî coge û gol û řûbarim şirîne û řewşene
gyay beharî mêrgî damênî çya wu kêwî min
nergis û lale û tirincok û binewşe û řeyḧene
lêwî cogey xuřem û saq û sîmînî diłberim
jałe wu nesrîn û sunbul, yasemîn û sewsene
hênde pêkewte gya û pûşî çyay kurdistan
kawiř û biznim weku gamêş û gayî sê bene
seyrî herçî şîw û şaxî herde wu deştim bikey
baẍ û bêstan û řeze, şaraw û kêłge û xermene
dengî xuřey awî jêr darim beser berd û pela
xoştire sedca le dengî ’ûd û saz û dendene
ew berî beřuwey le kurdistanî min peyda debê
çatir û şîrîntire sedca le piste û kestene
çawekem ew cackey wa tîremnitî pê dełên
amedî kurdustan, xoşey cewî darebene
ger to binwařî le kurdistan seraser sê beşe
baẍ û daristan û kîłge, jêr emaneş me’dene
her zemînêkim bidînî bê dirext û bê gya
kanî zêř û zîwe, pêwîstit heye lêy hełkene
min çi pêwîstim nîye tow çendin û hewłî mezîd
darî kêwanim, beřû û badam û gwêz û qezwene
şaneyî hengiwînî şaxî, goştî kêwî lê me’af
xom çilon qurban nekem bo em ḧeşar û meskene
senger û çałî zewî, şûre û qełatim bo çîye
min ke daristan û bêşe û şîw û şaxim me’mene
piştikoh û ełwen û şaho û erarat û newa
hîçe lay şaxanî min qirpat û elp û pîrene
keprî tawistaneyî kurdî le lêw baẍ û çema
xoştire sed ca le qesir û baẍî qîwamulsełtene
zanyar û gurc û azaye biřî pyawî gelim
merdî meydane biřêkî lêxuř û xencer zene
lawî kurdî min newey mîdya wu key exsarî etû
xawenî saman û text û zor û tac û ’en’ene
deşt û şaxî goy zewî bapîrekanit girtibûy
biste cêgayê nîye payan nenabê lew ḧene
boye êstakeş ewaney piştî xoyan zanîbê
zor biłinde bîryan, bê bak û şox û gewrene
arezûy zanînî çişt û kargerî ger fêr ebî
merkezî fêrbûnî ’ilimit rołe emřo lendene
çaxî pêẍember le zanîn, çîn bû ustadî cîhan
londere emřoke şarî sen’et û ’îlim û fene
’îlim û ’îrfan û biłindî, kewte herçî cêgeyê
řû lewêke zû bezû fêrî be herwek mengene
tûşî herçî zanyarî kurd bibî lêy têbgey
ḧîkmet û zanînî wek ebukewsîy dêwejene
tuxmî arî, warîsî nûḧî nebî, kirmancî min
mehcerî kirmane ew cêyeş hewargey cermene
ey esîrîPen name řoj û şew medḧî gel û xakit bikey
her becê nayê desa emcare lêde kem çene