fêrî ’îlim be

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  832 views
kurde çi faydey heye em xencere
em fîşege û eslîḧe wu werwere
bar meke asin û barût le xot
barî giran layeqî gaw û kere
bes bixo nanî co, lepêke kiłaş
swarî ker û ḧeçe biřo û wa were
řût û řezîl bî beme xwa emrî kird
besyetî em gewcîye zû hełgire
’îlim û me’arîf eweta beş deken
hełse were mûçeyî xot wergire
swarî sîlaḧî xo debin, arî pa seyrî
fiřokyan bike, ḧîret gere
ger nefroşê betomał, ecnebî
řût demênî, le witem gwê gire
mîlletê netwanê bika derzîyê
karî perêşanîye ew bê feře
fêrî ’îlim be le heçî cê bibê
gerçî le çîn, gufteyî pêẍembere
kake feqê medrese, ya mektebê
zû peleke, řêge behîwa bere
çunke newey kurdî, ḧeqqit pê dełêm
dersî ’ilûmî ḧîkemîyş wergire
firsete em çaxî cwanîye bira
mesxere wu keyf û sefa hełgire
kurde esîrîPen name witeyî ḧeq dełê
terbyeyê ḧîkmetî lê wergire