mekteb û qutabxane

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  989 views
řołeyî sawet le bo mekteb bere
kurde ew cêgaye emřo cêy feře
xwêndewarî pêgeyştûy mektebe
bo hîwayî gel bekar û řehbere
ew kesey mejgî lewê řoşin buwe
řû le herçî dewłetê ka serwere
seyrî nûsrawî ’ilmyanim ke kird
çiştêkî wam tya nedî bêjim şeře
tûşî hendêkî debî, gewc û nezan
mejgî tarîke, ewe esłî kere
hendê baweřyan nîye gumřabûn
ba’îsî mamewesayî bedfeře
ew kesey wiryawu zana bê befen
bo necatî keştîy gel lengere
xwêndinî dînîş bizanê çak ebê
herdûkî bo dîn û dinya řehbere
medrese zor çake fennî tya hebê
pêgeyştûyî ewê cêy sersere
xwêndinî tyaya nîye wêran buwe
xo xerîk kirdin lewêda bê bere
kurde guftarî esîrîPen name bêne kar
řołeyî sawet le bo mekteb bere