sitayşî miḧemmed emîn zekî beg

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  596 views
herçenê hîwam hebû yek yek le destim giştî çû
hîç mebestêkim nema bo paşeřojim bêcge tû
herçenê bîrî biłindim kirdu bext yarî neda
piştîwanêkim nebû cêgey umêdim hew nebû
êsta tengawim le dest kurtî ewa çarem nema
gerçî lem core jyane bûme çermî awesû
xêrxiwahan serniwîsî meḧkemey şer’îyeyan
bom nwîsî daku řizgarbim ledes tengî bezû
çend sałê nûsra cax cemal bom bû beşeş
dameduwawe (nûsra serno bide) wek arezû
ba beheştîşî leser, ew çende pêm guftê dira
pêkî bênin êwe bom bo êwe çake bote xû
wa leberderkî wezîrêkî emîn û hem zekî
take derwêşe esîrîPen name bang eka ya pîr hû