xwa hebû
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
2 minutes
905 views
xwa hebû le kona her hebû
bêcge lexwa kesî tir nebû
herçî ke heye xwa peyday kird
da xoy binasin boye away kird
asman û zewî peydakird
gyanleberu dirextîşî kird
lepaş emane le xakî zewî
ademî peydakird tenha, bê wewî
ke dî layekî wa hełzepîwe
em lakey tirî boxoy tepîwe
la hełzepîwey her berzewe bû
katêkî zanî zor girjewe bû
lêy cyawebû weku xoy lêhat
xoy nêrbû ewîş weku mêy lêhat
bûne mêrd û jin herdû yekyan girt
bo cennatul’edin řêyan lebergirt
le beheşt degeřan bekeyf û xoşî
mîweyan exward meyyan enoşî
le hengiwîn û şîr le awî kewser
şerab û qonyax wek mîsk û ’enber
bo jyanî hemû peřendyêkî
dehate pêşê bo tîkeyêkî
adem le beheşt ke hatexwarê
geyşte dunya kirdî hawarê
ke dî zewî bedar û berdî řeq
nizîk bû le qîna diłî bika teq
emey beserhat leberdemî bû
le jûrî demî piştî çemî bû
şêwabû ’eqłî wek aw elerzî
hawarî ekird bedengî berzî
demim bû emey beserim hêna
beheşt bû cêgem ew dermî hêna