ciger birjaw

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  817 views
dił le dûrît twawe bû bezûxaw
agirî cyayî cergî sût weku qaw
çon nebirjê leşim leser ta pa
girpeyî řût begřitire le hetaw
seyrekarim le dûrî řût esûtêm
leş bedîdar weku ciger birjaw
xorî dîdarî řût, ke binwênî
têk eçê karubarî zînde wu maw
bêne mey hîç mełê şêxe nanoşê
bo melaş badenoşî bote baw
kêbê tûştibû, tûşî diłdarît
ke nebû bê begeşke pîr û law
corî gułzarî řût ke eyniwênî
bûnî berca, neçote bîrî zaw
ew biriskan û, ew biłêsey řût
ewe hîwa ne lêw û kułim û çaw
herçîy girt ew biłêse, bû beneçîr
ewe çekte, bewî ekey kesê řaw
diłberîy xoşewîste dił bedîlîbê
bebê nawbang û nawnîşan û naw
ho esîrîPen name çîye, le kê edwêy
dyare bextit řeşe û ewatit xaw