24

zawa û bûk le perdeda
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  658 views
zawayî be şoqî řoj, beyanî
mîwan bû le bûkî ’asmanî
bêgane be der be řoşnayî
kiş bû kiş û matî tarîkayî
ew řojî dekewte paşî ḧewtû
estê giřî xoy geyande puşû
lêk dûrîy û lêk nizîkî awa
wek agirê kewte bûk û zawa
zû pêk negeyîn henase dênê
kiłpey le ewînê hełdesênê
hîwa û ewîn ke bûne hawřê
firyay nekewn henawê debřê
sûtawî beyek negeynî sałan
sûtan le peley le yekdî hałan
deryayî ewînê hatecoşîn
aramîy û hoş û xoşî poşîn
çendî le kiç û jin û le berbûk
çend lawî lebar û qoz û xwênsûk
dîtyan bese dûrî, êş û derde
hel hatuwe zawa biçte perde
begwêreyî řêwşiwênî caran
řêk, kewtine karubarî yaran
řazayewe perdû, çeşnî bûkan
perdûy çî, biłê bibû be dûkan
piř bon û beramî xoş seranser
mey kon û mezey nwê beranber
defir û hewř û pyałe serřêj
piřşîrin û tirş û çewr û xoşçêj
herçî dił û zar û ser deken xoş
herçî xem û kuł deken feramoş
amade û řîzkiraw lenawa
çawyane le destî bûk û zawa
çend dost û biraderêk hełistan
momdanî le zêřî sûr le destan
momêk le berî, le dûr, şewane
honbatewe lîzge zengîyane
dayanna le koř lebanî sînî
deygut be zimanî agirînî
zawa bese hênde şermeşerme
toş řeng û diłit peřîw û germe
bulbul çite xot le guł dekey sił
bifře û bige sûrgułî leser çił
perwane bibîne momekey xot
firmêskî deřêjê wa ewîş bot
takey weke min sûtan û saçan
řake û bige demdeman û maçan
wa řûge û kabe lêt nizîke
ḧec kewte serit de heste bîke
ḧewcar bigeřê le dewrî yarê
xał maç ke hezar çelan ne carê
çaw têr ke le seyrî şekiresêwan
têr hełmije awî jîn le lêwan
des bigre be biskî lûldirawî
bixiwaze nyaz beřaşkawî
tajdîn le nyaz geyî bebê direng
dî besyetî kat û dił bika teng
derkewt û memîş legeł wî hesta
dił be diłewe çesp û des le desta
ew çû le sitê bibête hawdem
bo pasderî derke ma lewê mem
herçende ke xoşewîstî xełke
pyaw, hoşî lexo bê zor bekełke
dexwazî perî le dêw bitirse
diřkîş heye her le guł mepirse
î wa heye çiqił û hen giłûkin
hen pyawî benirx û hen çirûkin