kîj û jinan

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 2 minutes  874 views
ger herayê bê lenaw kurdistan
yarîdey pyawan eden kîj û jinan
senger egirin, şeř eken, mêrd û kuřan
nan û awyan bo deben dayk û kiçan
yek le pyawan lê dirê, jin zû bezû
deyřfênin, deynêne serkoł û şan
daykepîre zamekey tîmar eken
deybene dê bo nexoşgey dîdewan
bo ewey pyawan hemû bo şeřge çin
wa debînî doteyî şêx bote şwan
kîjî aẍa û beg belence û larewe
xoy le naçarî debête baẍewan
wa kinaçey, řîş sipîy gund û mela
yek leser bêstane, yek sawe lewan
herçî karî kuř bê, kiç sazî eka
ta leber dujmin nebin tenga û, ewan
şeř ke hate des beyêxe û qayme
cê demênê baẍ û sawe û kepir û řan
mêyîne biř biř bo cêy şeř řa eken
nabê lew çaxe le hîç kes tirsî gyan
xwêş û xełk û mêrd û xêzan pêkewe
têdekoşin her weku xuşk û biran
ta weku dujmin şikist exwa tewaw
şeř eken biř biř eden hewł û dewan
her ke dujmin ser firo bû, şad ebin
pyawekan dîl egirin û, tałan kuřan
afret zamdar û kujraw xiř eken
kake wu řołey şirîn û babyan
lem şeřî şêrane çon serkewtûn
nabîstê hîç kes girîn û dengyan
şadî wu bezim û zemawen, hełpeřîn
her le êware giř edrê, ta beyan
ey esîrîPen name mîlletê wa bê jinî
têbge înca çilone pyawyan