ẍîretî mîllet

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  977 views
ẍîretî mîllet key ebê bête coş
gewre û sawey diłî bête xiroş
tund bê lekara, dest û birdî bibê
zîrek û wirya, bedił û çaw û goş
bîrî biłind, zanerî ’îlmî cîhan
mêşkî piř bê le têbînîn û hoş
karger û koşiş bê řoj û şew
gurc, bizêw û fenin û ḧîkmet firoş
hêdî wu hoşîbê le tenganeda
herçî bełayê bê, neka boy peroş
lawî ’ezîzim weku kurdî şîmal
gyan bide bo gel û komeł etoş
besye esîrîPen name çi dełêy bê xeber
ẍîretî mîllet ewe hatote coş