sitayşî pêẍember

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 2 minutes  1268 views
dîn û şer’î le ḧeyata bû bexûy kewtine ser
besyaset le cîhana buwe peyřew řehber
le hemû cengê muḧemmed debuwe serleşker
qa’îdî ḧerbî sef û, maḧîy fennî keř û feř
nezim û tertîb û îdarey bû bepêwîst û qeder
ewe qur’ane, kitêbî buleẍa bûn keç ser
sênze sał muddeyî kirdey bû, bebê sin’et û zeř
nesuleyman, nezulqeřneyn neweha eskender
heye bem core kesê, kirde wu karî le beşer
kenebê dyare muḧemmed lebeşerda serwer
***
wa nebû çarî nebê, tengibê le destî e’da
deretanêkî nebê bêcge ke derçête sema
besebat û zeferî dujminî takêkî nema
paş wefatîşî leşî nûrî ke le ḧucrey herma
eme dersêke ḧekîmî wetenî řêy pê eba
îmřo parêzî ḧîcaz wek le ḧeyatî her eka
heye bem core kesê, kirde û karî lebeşer
ke nebê dyare muḧemmed lebeşerda serwer
***
ew hemû małî ẍenîmet, ke werîgirt le ẍeza
gencî beḧrênî legełdaye seḧabî wu geda
leser em qudretewe, xoy befeqir jînî řeza
bekes û xizmî le mał û terîkey îrsî neda
ke bete’îynî welî ’ehdê, bebeşdarî neda
meqsedî ummetî bû ayetî şe’nî emeta
heye bem core kesê kirde û karî le beşer
ke nebê dyare muḧemmed le beşerda serwer
***
ders û teḧsîlî nebû, bîrî le te’rîxewe bê
geşt û dewranî nebû, bîrî le bînînewe bê
qewmekey řaqî nebû, ḧîssî lelay wanewe bê
neweyî şahê nebû, tacî le lêkdanewe bê
eme îlla ebê, îlhamî le yezdanewe bê
musłîḧî gewre betengî hemû însanewe bê
heye bem core kesê kirde wu karî le beşer
ke nebê dyare muḧemmed le beşerda serwer